Em ê Çawa Pêşîyê li Çenebaziya di Polê de Bigirin?

Fêrkirina zarokan karekî çetin e. Çavên merivan ditirsîne carinan, wextê me kêm e lê lîsteya karên ku divê bên kirin her diçe dirêj dibe. Wekî “Rêveberên kaosê” (em wekî mamosteyê polan jî tê nasîn), pêwîstiya me pê heye ku xwendekarên me bi dil û can baldar bin û heta ku ji destên wan tê bala xwe bidin xebatê. Divê derbasbûn birêkûpêk û bilez be. Ji ber ku kar û xebat gelek in!

Komeke xwendekarên min ê pir hêja di vê heyamê de hene. Lêbelê problemeke mezin jî heye ez pê aliyame. Zaf sosyal in! Tim û tim diaxivin. Hindik mabû ku min aqil bavêta! Lêbelê, mûcîzeyek pêkhat. Çend hefte berê, wexta ku ez di hesabên xwe yê Instagramê de digeriyam weke ku diayên min qebûl bibe min tiştek vedît!

dengndnnd

Ji jor ber bi jêr: RADEYÊN DENGAN – NEAXAFTIN – DENGÊ PISTÎNÊ- DENGÊ XEBERDANA LI SER MASEYÊ – DENGÊ NORMAL – DENGÊ AXIVER/QISEKER


Piştî ku min di derheqê metodên ku di polên xwe de bikartînin, bi çend mamosteyên hevalên xwe re xeber da, bi piranî gotin em “tabloya radeya dengan” bi kar tînin. Wexta ku min ev metod bihîst derheqê wê de qet nefikirîm ji ber ku min berê di polên xwe de hîç tiştekî bi vî rengî bi kar neanîbû. Lêbelê, piştî ku du hefteyên di dibistanê de borî ez lê haybûm ku çiqasî pêwîstiya min bi vê metodê heye!

Xêncî materyalên ji bo “tabloya radeya dengan”, min pirtûka Julia Cook a bi navê Decibella and Her 6-inch Voice (bi tirkî û kurdî ev pirtûk peyda nabe), stend ku bi bi zarekî xweşik behs dike bê ka zarok divê çawa tona dengê xwe di cih û rewşên cuda de bi kar bînin.

Min hemû materyal berhev kirin ji bo çêkirina tabloya radeya deng. Min dixwest çend tiştên tabloyê biguherînim ji bo sûdwergirtina pola xwe. Min butona “dengê derve” derxist ji ber ku di polê de xwendekarê min carcaran ev deng bi kar dianîn. Dawiya dawî, min tabloya xwe çêkir!

IMG_2045

Min xwest ku ez tabloyeke cuda, rihet û balkêş çêkim bo xwendekarên xwe da ku ew bizanibin kîjan asta deng bi kar bînin û wê kengê bi kar bînin. Çareserî, lambeyên destdanî bû. Min du paket lambeyên destdanî û ji bo ku ez van bi texte ve bizeliqînim banda manyetîk a mezeloq stend.

5 HEB LAMBEYÊN DESTDANÎ

ses3-298x300

QUTIYEK BANDA MANYETÎK A MEZELOQ

ses5-e1536913129975-250x300

Rastiyê bibêjim? Pir bi kêrî min hat! Êdî zarok di wê ferqê de ne ku ji wan çi tê hêvîkirin. Hevdu re tabloya radeya deng nîşan didin û bi bîr tînin ku divê bi kîjan asta deng ve xeber bidin.  Herwiha pir xweşa wan diçe dema ku tên lambeyê digirin an jî vedikin. Ev mûcizeyeke biçûk e!

Heke hûn di polên xwe de vê bikarbînin ez bawer im ku ev ê xweşa we jî pê were. Ji kerema xwe re ji bîr nekin ku serpêhatiyên xwe yên serkeftî yan jî şîroveyên xwe wekî pirsan binivîsin!


Nivîskar: Jaime Pink

Werger: Eylem Akıncı

Serrastkirin: perwerdia

Çavkanî: egitimpedia.com û teacherspayteachers.com

Reklamlar

Pirtûkxaneya Zarokan: Aştîya bi Zimanan re

Em li gel cudayîyan, bi hêvîya ku pêkvejîyana zarokan xurt be, haya wan ji maf û cudayîya wan hebe û di vî warî de serwext bin û di “Bexçeyê Hezar û Yek Kulîlkî” de bi dilovanî tevdigerin û aştîya bi zimanan re dixwazin.

Kund bi Kîjan Zimanî Diaxivin?

Nivîskar: Yaprak Moralı

Hejmara Rûpelan: 40

Weşanên Yapı Krediyê

0000000637378-1

Ev pirtûka ku balê dikişîne ser ziman û çandên cuda, çîroka Kundekî Çêlik vedibêje ku mezin bûye dê bi firê bikeve û derkeve derve. Kundê çêlik bi ti awayî bi hevalên xwe re nikare bikeve têkilîyê yên ku ji zimanê wî fêm nakin. Dayîka Kurdê Çêlik ê delal wê dibe pirtûkxaneyê da ku bi ziman û çandên cuda fêrî wî bike. Pirtûk behsa vê serpêhatîyê dike. Pirtûka ku zimanên cîhanê bi awayekî bi coş vedibêje,  gava me hildigire û mîna Kundê Çêlik bi coş dike û li gelek welatan digerîne, me derbarê gelek zimanên din de serwext dike.

Pezzetîno 

Nivîskar û Xêzkirin: Leo Lionni

Wergêr: Kemal Atakay

Rûpel: 40

Weşanxaneya Elma

0000000414419-1

Pezzetîno ku di îtalî de tê wateya parçik û di heman demê de dibe navê lehengê me yê pirtûkê. Pezzetîno çîroka çargoşeyeke piçûk ya pirteqalî ye ku di temamê rêwîtîya xwe de hebûna xwe dide ber pirsîyaran, xwe wekî parçeyê gelek tiştan difikire, hewl dide bi tena serê xwe, xwe nas bike. Hunera ebru û wêneyên ku ji kolajan pêk tên jî ji bo ku zarok lê bikolin hûnaneke (örgü) çîrokekê ava dikin. Ji bo zarokên ku nû dest bi dibistanê dikin û bo ku hesta aîdîyetê bi pêş bixin ji xwe li parçeyekî digerin û nemaze jî ji bo zarokên ku vê aîdîyetê li ser ziman ava dikin ev pirtûkeke nûwaze e.

Qer û Qerqaş

Nivîskar: Stefano Bordiglioni

Wênedar: Barbara Nascimbeni

Wergêr: Tülin Sadıkoğlu

Rûpel: 38

Weşanên Can Çocuk

0000000414889-1

Ev çîrok lêgerîna du berxan xwe re dike mijar li dor temaya vewêertinê (discrimination): yek qerqaş (spî) e di kerîya pezên qer de tê dîkekirin, yek jî qer e di kerîya pezên qerqaş de tê dîkekirin. Pirtûka ku xweşikayî û coşa pêkvejîyanê vedibêje; bale dikişîne ser ziman û rengan û dibêje ziman û reng tu carî nabin asteng li pêşîya pêkvejîyanê.

Qralê ku Tenê ji Rengê Binefşî Hez Dike

Nivîskar: İsmail Kaya

Rûpel: 33

Weşanxaneya Kök

0000000243616-1

Wek ku ji navê wê jî tê fêmkirin ev pirtûk çîroka qralekî vedibêje ku tenê ji rengê binefşî hez dike û ji bilî wê sebira wî ji rengên din re nayê. Qralê ku temamê tiştên di dewleta wî de ye dike rengê binefşî, paşê tîne bikaranîna rengên dîtir li dewletê qedexe dike. Qral zarokan ceza dike yên ku ji renge cuda hez dikin û bi rengê cuda wêneyan xêz dikin û xelatê dide zarokên ku bi rengê binefşî wêneyan xêz dikin. Lêbelê li hember qral mirovên ku ji rengên din hez dikin û wan dixwazin van rengan bi dizî bi kar tînin. Ev pirtûka hêja pênaseya “Bexçeyê Hezar û Yek Kulîlkî” ya Yaşar Kemal tîne bîra me ku balê dikişîne ser dewlemendîya cudahîyan.

 

Pirtûka Tarî ya Rengan

Nivîskar: Menene Cottin

Wênedar: Rosana Faria

Tirkîya Wê: Alpaslan Durmuş

Rûpel: 28

Weşanên Edam

0000000700546-1

Pirtûk ji bo kesên ku çavên wan nabîne ji pişpişandinan pêk hatîye ku ev pirtûk çîrokan hem ji tîpên latînî hem jî bi alfabeya Braîlle li ser zemîneke reş hatîye nivîsandin. Renggên dinyaya ku Îbrahîm bi destê xwe tesele dike û danûstandinê çêdike, ji bo ve eşkere dike. Bo rêwîtîyekê bang dike ku meriv tê de rengan bi zimanekî nû hîn dibe. Di dawîya pirtûkê de alfabeya Braîlle di vê rêwîtîyê de gelek bi kêrî me tê.

PIRTÛKÊN KU DUZIMANÎ HATINE ÇAPKIRIN


Di çarçoveya projeyê de pirtûkên duzimanî ku ji Çanda Anadolûyê hatine çapkirin

Pirtûkên balê dikişînin ser mijarên wekî mafên ziman, hînkarîya ziman û rêzdarîya li hember ziman/çandên cuda ji alîyê Çand Anadolûyê (Anadolu Kültür) ve hatine çapkirin. Ji pênc pirtûkên bi wêne pêk tên ku ji nivîskarên Swedê û Holandayê hatine hilbijartin. Pirtûk; wek tirkî-kurdî ermenîkî-tirkî û yewnanî-tirkî hatîye weşandin. Xêncî ev pirtûkên ku di çarçoveya projeyê de hatine çapkirin; rêbernameyek hatîye çapkirin ku agahîyên derbarê pirzimanîyê û mijarên ku di kurteçîrokan de balê dikişînin û di derbarê çalakîyên ku wê bên lidarxistin agahîyan dihêwirîne. Ev pirtûkên pirzimanî û dewlemend alîkarîya zarokan dikin da ku ji du bergehan bikarin li bûyerekê binêrin û tirsa ku windahîyên me bi me dane çêkirin bi zimanekî bikêf pêşkêş dikin. Pirtûkên behsbûyî ev in:

1.Şansê min heye! Ez bêşans im! | Şanslıyım! Şanssızım! (Kurdî – Tirkî)

Բախտաւոր ե՛մ: / Անբախտ ե՛մ: | Şanslîyım! Şanssızım! (Ermenîkî – Tirkî) 

Nivîskar: Thomas Halling

Wênedar: Eva Eriksson

Wergêr: Ali Arda

Rûpel: 48

image-11052015_1427122Gava em li vê dinyayê bi tena serê xwe mabûn | Bu dünyada yapayalnız kaldığımızda (Kurdî – Tirkî)
Երբմիսմինակմնանք այս աշհարհին մէջ | Bu dünyada yapayalnız kaldığımızda (Ermenîkî -Tirkî)

Nivîskar: Ulf Nilsson
Wênedar: Eva Eriksson

Wergêrê Tirkî: Ali Arda – Wergêrê Kurdî: Bilal Görgü
Rûpel: 32

3. Kelmêşa dînik! | Deli sivrisinek! (Kurdî – Tirkî)
ՉարաճճիՄժեղ| Deli sivrisinek! (Ermenîkî – Tirkî)
Άτιμο Κουνούπι! | Deli sivrisinek! (Yewnanî – Tirkî)

Nivîskar: Helen Rundgren
Wênedar: Anna Lindqvist
Wergêrê Tirkî: Ali Arda – Wergerê Ermenîkî : Tamar Nalcı
Rûpel: 26

tby

4.
 Kitêba Jan | Jan’ın kitabı (Kurdî – Tirkî) 

Ժանին Գիրքը | Jan’ın kitabı (Ermenîkî – Tirkî)

Nivîskar û Wênedar: Harrie Geelen
Wergera ji Tirkî: Gül Özlen –Wergêrê Ermenîkî: Atenik Arzuman
Rûpel: 28

016e00a27209dc2ca456d5a671b773565. Stêrka bi navê Ajaks | Ajax adında bir yıldız (Kurdî – Tirkî)
ԱժաքսԱնունԱստղ Մը | Ajax adında bir yıldız (Ermenîkî – Tirkî)

Yazan : Ulf Stark
Resimleyen: Stine Wirsen
Wergera ji Tirkî: Ali Arda -Kürtçeye Çeviren: Bilal Görgü
Sayfa : 42

tbt

Zeyna û Azîz – Geşta Sûrîyeyê

Dîsa ji Çand Anadolûyê (Anadolu Kültür) di çarçoveya projeyê de pirtûkeke din a ku hatîye çapkirin çapkirin Zeyna û Azîz e. Ev pirtûk hatîye çapkirin ji bo zarokên ku zimanên wan ê zikmakî erebî ye û piştî şer ji Sûrîyeyê nîştecihî Tirkîyeyê bûne, ji bo ku ew di derbarê dîrok û çanda Sûrîyeyê ya curbecur de agahdar bibin û têkilîyê bi mîrata çandî re daynin. Herwiha pirtûk dixwaze hem zarokên li Tirkîyeyê xwe bigihînin vê çandê hem jî ji bo ku dîyalogeke çandî pêk bînin di navbera zarokan de. Di pirtûkê de ku geşta Zeyna û Azîz ya Sûrîyeyê ya li ser merşeke firok tê behskirin lîstika hişî ya ku herdu zarok dilîzin balê dikişîne.

Hadîa

Hadîaya ku ez ê wê hem wek fîlmekî û hem jî wek pirtûkekê binirxînim, pêşîyê ji alîyê Sînem Sakaoğlu ve di çarçoveya projeya “Bo Zarokan Mîrata Çandî ya Sûrîyeyê: Pirtûk û Lîstik” de fîlmekî kurt yê anîmasyonê bû. Dû re fîlm bi naveroka xwe û bi dîtînîyên xwe bû pirtûkeke du zimanî bêyî ku bê lîstin. Pirtûka ku dîsa ji alîye Çand Anadolûyê (Anadolu Kültür) hate çapkirin maceraya Tarek vedibêje ku bi rabirdûya xwe re pêwendîyê datîne û li cihê nû yê ku lê dijî hevaltîya datîne.

fft99_mf10264085

 

Benim Bütün Ördeklerim / Hemû Werdekokên Wî 

Nivîskar: Christian Dadu

Wênedar: Julia Friese

Wergêrê Tirkî: Bahar Siber-Wergêrê Kurdî: Helîm Yûsiv

Rûpel: 52

Weşanên İletişim

3wj9dYgI

Pirtûka ku berê tenê tirkîya wê haibû çapkirin piştî demekê dîsa ji alîye heman weşanxaneyê wekî Kurdî-Tirkî çap bû. Ne tenê bi du zimanîya xwe, lê bi naveroka xwe û hêlkêşanên xwe jî balê dikişîne ev pirtûk. Pirtûka ku bi xwesteka Rovî Konrad a xwarina dêwerdekê dest pê dike, bi bavîtîya bo çêlika dêwerdekê xwe didome. Pirtûk me bi van pirsan re rû bi rû dihêle: Gelo pêkan e ku candarek tiştekî derxwezaya xwe bike? Ew tiştê ku em jê re dibêjin ‘xwezaya me’ di eslê xwe de çi ye? Ligel vê bo ku cudatî bi hev re bijin li ser pêdivîyên gerdûnî disekine.

Xiltê Biçûk ê ku Dixwest Bizanibe ka kî bi ser Serê wî de Kirîye

Nivîskar: Werner Holzwarth

Wênedar: Wolf Erlbruch

Wergêrê Tirkî: Bahar Siber-Wergêrê Kurdî: Helîm Yûsiv

Rûpel:24

Weşanên İletişim

gsvZ9hAI

Dîsa pirtûkeke bi kêf ku kurdî-tirkî hatîye çapkirin. Pirtûk çîroka Xiltê vedibêje ku dema ku dixwaze tava sibê bibîne serê xwe ji qula xwe dirêj dike rastî gûyekî ku dişibe sosîsê tê û dixwaze yê ku ev lê kirîye bibîne, “gû” ku xeberdana li ser ji bo zarokan re şerm hatîye dîtin bi zimanekî bi şahînet hatîye vegotin ku di dema lêpirsîne Xilt de me bi gûyê heywanên din re dide naskirin. Herçiqas dawîya çîrokê bişibe tolhildanê jî zimanê coş vê hewayê nerm dike.

Pen Li Seyrangehê 

Nivîskar: Raşel Meserî

Werger :  Bi kurmancî – Kawa Nemir

Ermenîkî- Maral Usta Bal

Xêzkar:  Sanne Karssenberg

Weşan: Habitus Minör

Rûpel: 93

0000000646483-1

Raşel Meserî, ev pirtûk derbarê pergalê de nivîsîye, ku ev pergal li ser zarokan bandoreke neyînî çêdike. Raşel Maserîyê, bi serborîyên Geziyê, ji zarokan re çîrçîrok amade kirîye.

Pirtûk gelekî balkêş e. Ji ber balkêşbûna wê wergerandine li ser gelek zimanan (ermenkî, kurdî, tirkî). Wergera pirtûkê ya kurmancî ji alîyê Kawa Nemir ve hatîye kirin. Çîrok, tiştên ku têne serê pengûenekê, ku navê pengûenê Pen e, vedibêje. Pen, rojekê radibe ku çavên xwe di nav qutîyekê de vedike. Ne bi tenê Pen, hemû pengûenên din jî fena Pen di nava qutîyan de hişyar dibin. Îcar Penê wêrek ji boku gelê xwe ji qutîyê derbixe û rizgar bike derdikeve li ser borîyekê. Çîrok li dora vê serborîyê derbas dibe û diherike. Pirtûk me dikêşe di nava cîhaneke wisa ku li vir; alîkarî, hogirî, piştgirî mil dide sirûştperestîyê û piştevanîya ajalan û mirovan e.

Nivîsa li pişt pirtûkê:

“Bidin bîra xwe, pengûenên ku li Antarktîkayê dijîn, rojekê bi xwe dihesin ku hinekan ew girtine û kirine hundirê qutîyan (bi dû re ew ê hîn bibin ku navê van qutîyan televizyon e). Gelo kê ji çi re ew kirine hundirê van qutîyan? Penê ku ji wan yê herî çavnetirs e, ji bo ku bersivên van pirsên giran peyda bike û gelê xwe rizgar bike, ji qutîya tê de ragirtîmayî direve û diçe seyrangeheke ku tavê şewq û şemala xwe daye ser. Li wê derê ew ê jix we re hevalan peyda bike, yên ku alîkarîyê bi wî re bikin: Çapûlettaya delal, Trafoyê pisîk, Loukanîkosê kûçik ê mêrxas ê welatê cîran û hê gelek mirovên din.”


Nivîskar: Gülesra Güllü, bo hesabê twitterê binêre: Gülesra

Wergera ji tirkî: Ahmed Subaşı

Serrastkirin: perwerdia

Çavkanî: https://cocuklabaris.blogspot.com.tr/2018/02/dillerle-bars.html

 

 

Bi Pocketê Xwendinê Hêsantir bike!

Wene 1

Pocket, xuyana di komputerê de.

Wê rojê min di dilê xwe de digot, xwezil çend sal berê min ev sepan bizanibûya. Ez behsa applîkasyonekê dikim: Pocket. Carcar, meriv pirtûkan peyda nake û dixwaze bloge an jî malperekê veke, bixwîne. Ji ber ku bingeh û çêkerên wan cuda ne û carna jî formata xwendinê bo telefonê bi dest nakeve, heta ku meriv dixwîne çavên meriv pê re kor dibe, meriv pê re danavî dibe. Ez bi xwe werê me û dibêjim bila ev nivîs biqede ez jê xelas bim, bi ser de jî reklamên ku serê kêlîyekê carê xwe ber re dikin û dîqqeta ku kêm e bi yekcarî têk dibin. Îcar vê axirîyê berî ku ez biçim kar, wekî xuy sê-çar nivîsên bi îngilîzî dixwînim û serîkî li blogerên kurmancî didim ku van dawîyan dewsa malperên qerase dagirtine yên ku berê kara bûn û weşana xwe didomandin. Xêncî malperên nûçeyan ku dilê meriv bi kurmancîya wan dixele, blog bi hest û ramanên takekesî û bi samîmîyeta xwe bûne weşanên xweşik di vê dewra xerab de. Hin blog birêkûpêkîya xwe û fontên xwe delîveyên xwendineke baş pêşkêş dikin lê mixabin hin ji wan bo telefonan hetta bo kompûterê jî pêkan nîne ku başebaş xwe bidin xwendin. Lewra bo min baş bû ku ez bi sepana Pocketê hesîyam û dixwazim çend dengan li ser wê bikim bo hewe!

Pocket çi ye û çima bikarbînim?

WENE 3

Pocket, sade û xweşik xuya dike.

Pocket, yekem car ji alîyê Nate Weiner ve di sala 2007an de hatîye damezirandin bo ku meriv nivîsarên balkêş, vîdeo û tiştên din li kêlekekî tomar bike da ku dema wext çêbû meriv bixwîne. Piştî ku te carekê nivîs tomar kir di pocketê de, êdî kengê bixwazî di telefon, tablet û komputera xwe de dikarî vebikî û bixwînî herçiqas offlîne bî jî.

Berê min carna lînka nivîsar û hevpeyvînên xweşik ji xwe re wekî e-mail dişand da ku ji bîr nekim, bixwînim. Bi taybetî bi îngilîzî bi hezaran malper hene ku meriv nikare navnîşana wan di hişê xwe de bihêle. Tu tiştekî xweşik jî bibînî, wexta te tune be ku tu wê gavê bixwînî ji dest diçe û hew peyda dibe. An jî, dema ku tu dixwînî ji nişka ve tê bîra te ku xwarin li ser ocaxê ji bîr kiriye, tu xwarinê bi bîr tînî lê nivîsa ku te dixwest bixwînî ji bîr diçe. Lê Pocket, rêgirîyê ji vê metirsîyê re dike û nahêhe ku nivîsa ku tu dixwazî bixwînî an jî jê istifa de bikî di nivîsareke xwe de, di deryaya bêbinî ya înternetê de bin-av be.

unnamed (6)

Bi sê paşxaneyên cuda nivîs dikarin bên xwendin.

Ev sepana (application) tomar-bike-bo-paşê, vê gavê xwedîyê 30 mîlyon bikarhênerên tomarkirî ye û bi sedan sepanên din re entegrekirî ye yên wekî Flibboard, Twitter û Zitte. Herweha bo alav û platformên wekî iPhone, Android, Mac, Kindle Fire, Kobo û Firefoxê jî berdest e.

Dixwazî îngilîzîya xwe bi pêş bixî?
Sepana Pocketê hînbûna zimanên beyanî wekî, îngilîzî, almanî, tirkî bi rêya xwendin û guhdarîkirinê pêkan dike. Di iPhone xwe de nivîsara îngilîzî dikarî bi deng guhdarî bikî. Bo kesên ku îngilîzîya wan heta astekê bilind e û bi rêya xwendinê dixwazin xurt bikin Pocket vê derfetê pêşkêş dike. Nivîsara ku te li lîsteya xwe ya xwendinê zêde kirîye vedikî û bi deng hem dixwînî (sepan bi xwe nivîsê li gorî xwendinê bi pêş de dibe) hem jî guhdarî dikî. Ev guhdarî kirin bo zimanê tirkî jî pêkan e lê mixabin bi kurdî guhdarîkirin tune ye. Lê li kuderê bixwazî dikarî nivîsên blogên kurdî ên wekî înanolo, perxudres, xewşeriqî, esrakê û perwerdîayê bixwînî. Lê ji bîr nekin, divê hûn xwe bi emaila xwe ve lê tomar bikin. Bi hêvîya xwendinên xweş.

Ji Google Playê daxîne:

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.ideashower.readitlater.pro 

Li Google Chromea xwe zêde bike:

https://chrome.google.com/webstore/detail/save-to-pocket/niloccemoadcdkdjlinkgdfekeahmflj?hl=en

Têkilî ji Rêzikan Girîngtir in

têkilî.jpg

Hînbûn bêyî têkiliyan pêk nayê. Di polê de rêzik girîng in, lê piştî çend salên mamostetiyê gellek ji me hîn dibin ku têkilî girîngtir in. Yek ji rêyên berfirehkirina têkiliyên me yên bi xwendekaran re jî, kêm be jî bi wan re parvekirina tiştekî derbarê xwe de û derfetdayîna parvekirina wan ya bi me re û ya di navbera xwe de ye.

Helbet girîng e ji roja yekem ve diyarkirina rêzikan, rûtînan û rêgezan bi hêmanên bingehîn, da ku xwendekarên we bizanibin bê ka çi li hêviya wan e. Em wek mamosteyan di heyamên ewil yên karên xwe de vêya hîn dibin: Di mijara bendewariyên polê de ji serî ve eşkere û hişkbûn, di mijara derbaskirina saleke çawa de cudahiya herî mezin pêk tîne.

Lêbelê piştî parvekirina rêzik û bendewariyan, hûn bo xwendekaran çawa li derbasbûna tiştên taybet û parvekirina çend agahiyan yên di derbarê xwe de dinêrin? Hûn dikarin agahiyan gelemperî jî parve bikin (wek kitekitên di derbarê malbata de, dibistanên ku hûn çûnê, karên ku berî mamostetiyê we dikir), lê di heman demê de hûn dikarin qala çend mijarên hestyar di derbarê jiyana xwe de jî bikin.

  • Di pêvajoya mezinbûnê de di kîjan mijara de we dijwarî kişandin? Nemaze di xwendekariyê de.
  • Hûn qedir didin çi?
  • Hûn ji çêkirina çi hez dikin?
  • Ger ku we bikaribûna, di derbarê dinyayê de we yê bixwestana çi biguherînin?
  • We bizanibûna ku dê bi kêr were we yê di jiyanê de çi rîsk bistendana?

Hûn bo parvekirina tiştên taybet çi dibêjin? Bo nimûne hin pirtûkên ku hûn di jiyanê de zêdetir ji wan hez dikin. Di 12 saliya xwe de pirtûka ku we zêdetirîn jê hez dikir kîjan bû? 16 an jî di temenê 20an de? Ji bo ku hûn nîşanî xwendekarên xwe bidin ji van pirtûkan bînin dibistanê. Anîna wêneyên ji jiyana xwe her tim eleqeyeke mezin dibîne.

Lêbelê ez ji bo çi parvekirineke bi vî awayî pêşniyaz dikim? Nîşandayina aliyê me yî mirovî bo xwendekaran, ne tenê “mamostebûn” mirovbûna me jî nîşan dide. Li gor çavdêrî û serpêhatiyên min, ji bo ku hûn ji aliyê xwendekarên ku xwe ve bên hez kirin aliyên xwe yên takekesî (herwiha xeydokî) nîşan bidin, car caran divê kîbûna xwe, hestên xwe, dijwariyên ku hûn dikişînin, hêviyên xwe, tiştên ku hûn qedir didin wan û xeyalên xwe derxin holê. Em ji xwendekarên xwe dixwazin ku nivîs, helbest an jî axaftinên di derbarê takekesiya xwe (herwiha xeydoktî) de binivîsinin. Em mamoste, wek endamekî civaka polê divê em jî heman tiştî nekin?

Xwendekarên ku Hev Baş Nas Dikin

Piştî ku we di derbarê xwe de hin agahî parvekirin ji bo kirina heman tiştî xwendekaran jî vexwînin. Gava ku we hin agahiyên takekesiya xwe da û bi eşkereyî tev geriyan hînga hûn ê vê bingehê amade bikin, ku ev ji bo we girîng e û dê bibînin ku hûn komeke ku tenê ji mamoste û xwendekaran pêk tê nînin, di heman demê de dê bibînin ku hûn civakeke mirovî ne.

Vaye ji bo xwendekar hev nas bikin û dest bi danîna têkiliyan bikin çend çalakiyên bikêrhatî:

Tiştên Baş: Ji xwendekaran bixwazin ku komên du kesî ava bikin ku ev kom di navbera xwe de bibin cot û bixwazin tiştên baş ên ku hatine serê wan an jî tiştekî baş ku bi çar çavan li bendê ne bi hev re parve bikin. Ne hewceye tiştek mezin be. Dibe bi qasî “me îro di malê de şeva pîzzayê çêkir,” jî hêsan be. Belkî xwişka xwendekarekî nû zewicî be yan jî hefta bê rojbûna yekê be. Her roj an jî her destpêka saeta dersê bi çalakiya “Tiştên Baş” dest pê bikin. Piştî ku xwendekaran bi rihetî dest bi parvekirinê kirin ji bo ku hûn pêwendiyên wan yên civakî bi hêztir bikin çalakiya xwe bi komên ku ji çar an jî pênc xwendekaran pêk tê, pêk bînin. Hûn jî parve bikin.

Tûrikê “Di Derbarê Min de Her Tişt” Biafirînin: Tûrikekî wek tûrikê xwarinê bidine her zarokî. Ji wan bixwazin ku derveyê tûrikê xwe, bi peyvên ku jê hez dikin an jî yên ku kesên dîtir di derbarê wan de bi hêsanî dibînin an jî bi wêneyan rû bikin. Ji wan bixwazin ku hindirê tûrik jî, bi tiştên ku di derbarê wan de bi hêsanî nayên dîtin an jî temsîlkirina tiştekî nenasbar an jî hin cûre objeyên ku tên sembolîzekirin bi cîh bikin (wek, pêlîstokeke xwe yan wêneyekî ku di dema lîstina futbol de hatiye girtin). Ku hûn ji xwe re jî yekê çêbikin, hûn di dema xwedanasîna xwe de dikarin parve bikin. Ev, dê ji wan re bibe modelek. Demê bidin wan ku bi hevalekî/ê re yan jî di hindirê komên piçûk de parve bikin.

Eynî Wek Min: Ev metoda afirandina koman ku çalakiyeke kevn lê bi bandor e, xwendekrên ku bi wan re xalên hevpar hene an jî xwendekarên dîtir yên ku taybetiyên wek hev parve dikin, peyda dike. Mamoste daxuyaniyekê dike û xwendekarên pêwendîdar radibin ser niga. Bo nimûne wek, “Xwarina ku ez pir jê hez dikim meqerna ye”, “Ji bo ku dibistan dest pê kiriye ez dilşad im” an jî “Piçûkê malbatê ez im”. Xwendekarên ku piştî daxuyaniyê radibin ser xwe berî ku rûnên ji wan bixwazin ku bi xwendekarên dîtir, yên ku bi wan re xalên hevpar hene qeyd bikin. (Vê çalakiyê, bi daxuyaniyên ku bêtir bi kûr ve diçin, di navbera çend rojan de an jî di rojên çawalêhato de bikin.)

Parvekirina Tiştên Taybet: Wek pirtûkên ku we di zaroktiya xwe de ji wan hez dikir hûn bînin polê, hûn dikarin ji xwendekaran jî bixwazin ku wêneyan, pirtûkan an jî wek xelatan û hin tiştên taybet bînin û wan yek bi yek, bi awayê komên piçûk an jî bi hemû polê re parve bikin.

Rapirsiya Agahiyê yên Xwendekar: Hûn dikarin li gor temenê xwendekaran û li gor mijarê hin cûre rapisiyan bikin. Ji bilî (wek, xwarin, stran, û beşeke sporê) pirsa tiştên ku xwendekar jê hez dikin, hûn dikarin wek pirsên bi vî awayî gellek pirsan biafirînin “Tu dikarî dibistanê bi çend peyvan pênase bikî?”, “Tu dikarî xwe bi çend peyvan pênase bikî?”, “Heya niha mamosteyê te yê/a herî baş kîjan bû û taybetiyên wî/ê yên herî girîng kîjan bûn?” “Bi mirovekî/e navdar re şansê te yî xwarinê hebûna te yê kî/ê hilbijarta?”, “Bo ku ez di polê de serkeftina te bi dest bixim wek mamosteyekî, tiştê girîngtir ku te yê ji min bixwesta çi bû?”. Ji xwendekaran bixwazin ku rapirsiyê biqedînin û ji bo ku hûn wan baş nas bikin wek mamosteyê wan daxuyaniyê bidin ku we ev rapirsî xwestiye. Berî ku hûn rapirsiya bidin hev ji xwendekaran bixwazin ku bersivek an du bersivên ku bixwazin bi kesên din re parve bikin hilbijêrin. Bo parvekirinê hêviya wan bisekinin da ku wek komên piçûk ji hev veqetin.

Têkiliyên samîmî ji bo hînbûnê girîng in. Ji bo parastina poleke ku baş bi rêve tê birin divê rêzik û rêgez bêne bi kar anîn. Lê ji bilî balkişandina kontrola we ya bênavber ya li ser xwendekaran, danîna têkiliyan û afirandina civatekê dê bike ku sala dibistanê ji bo her kesî baş derbas bibe ku ev, ji hêmanên herî hêja û misoger e.


Wergêr: Ahmed Subaşı

Sererastkirin: Harun Delikaya

Çavkanî: http://www.egitimpedia.com/iliskiler-kurallardan-daha-onemlidir/

 

Roja Mafê Zarokan a Cîhanê

nu.jpg

20ê Mijdarê li her derê wekî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bi çalakîyên cihêreng tê pîrozkirin. Ev roj di 20ê Mijdara sala 1980an de ji alîyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve weke Hevpeymana Roja Zarokan hatîye destnîşankirin ku peyman ji alîyê 197 welatan ve hatîye qebûlkirin.

Mafê zarokan wekî têgeheke navneteweyî hemû mafên zarokan pênase dike ku bi qanûnî an jî exlaqî hemû zarok jidayîkbûna xwe û pê xwe dibin xwedîyê wan; perwerdehî, tendiristî, jîyîn, starbûn, li hember îstîsmara fîzîkî, psîkolojîk û zayendî parastin. Li gorî maddeya yekem a Peymana Mafê Zarokan her takekes heta temenê hejde salî wekî zarok tê qebûlkirin.

Mixabin meriv nikare bi dilekî rihet roja mafê zarokan li wan pîroz bike. Ji ber ku li çarnikalê dinyayê mafên zarokan tên binpêkirin. Sermeselê, tenê li Sûrîyeyê di maweya van 7 salên şerê navxweyî de, ji 15 hezaran zêdetir zarokan jîyana xwe ji dest daye. Bi dehhezaran zarok wekî van zarokan seqet û sêwî mane. Wekî Sûrîyeyê li deverên din ên dinyayê ku şer lê diqewimin bi hezaran zarok ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dimînin. Bi taybetî piştî karesata li Şengalê rû da bi sedan zarokên kurd ên êzidî tûşî îstîsmarên psîkolojîk, fîzîkî û cinsî bûn. Hemû tehrîbatên ku li ser zarokên êzidî çêbûn jîyana wan serobino kir û ew ji hemû mafên zaroktîyê bêpar hiştin. Mixabin hê jî ji bo zarokên rizgarbûyî ên êzîdî navendên piştgirîyê û trawmayê nehatine sazkirin û saxlemî û silametîya zarokên êzîdî hê jî cihê şik û gumanê ye.

MAP_2016_600x424_EN.png

Li dinyayê rewşa mafê mirovan; kesk tê wateya rewşa baş, reş tê wateya rewşa xeternak. Çavkanî:https://www.humanium.org/en/

UNICEFê derbarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de peyameke bi vî rengî weşand: “Ev roja bo zarokan e, layê zarokan ve, li her derê dinyayê bo alîkirina xelasîya jîyana zarokan, bo têkoşîna mafên wan û bo alîkirina wan e da ku ew potensîyela xwe bi cih bînin.

Wekî gotina dawî em dixwazin derbarê mafê zarokan de pirtûkeke ku bi keda zarokan hatiye amade kirin li vir pêşnîyazên şopînerên xwe bikin. Pirtûka bi navê Kırılmayan Hayaller ya ku bi tirkî hatiye amadekirin bi sebaret bo mafê zarokan hatiye amadekirin. Hûn dikarin pirtûkê bi dest bixin, li vir.

hayal

Pirtûk bi keda zarokan hatiye amadekirin. Li ser înternetê peyda dibe.

 

 

Pêşnîyazên zimannas Michael L. Chyet li ser perwerdehîya bi du-alfabeyî (latînî-erebî)

chyet.png

Bo guhdarîkirina li Michael L. Chyet li vir bitikîne.

Michael L. Chyet zimannas û kurdologekî Amerîkî ye, pisporê jimareyek ji zimanên Rojhilata Navîn li  Pirtûkxaneya Netewî ya Amerîkî (Library of Congress). Ji sala 1995 ta sala 2000î bernameyeke heftane “Zimanê Me” di beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka de pêşkêş dikir. Wî xebata xwe ya doktorayê li ser Mem û Zînê (a folklorîk) kiriye.

Gelek nivîsên wî hene, yek ji wan nivîsandina ferhenga kurdî-îngilîzi ye (Kurdish-English/Kurmancî-Inglîzî) ku di heman demê de Michael Chyet bi nivîsandina ferhenga înglîzî-kurdî re mijûl e. Ew bi gelek zimanên ji Rojhilata Navîn dizane, wek Îbrî, Erebî, Farisî, Tirkî û herdu zaravayên Kurdî, Kurmanji û Soranî dizane, herweha hin zimanên Ewrûpî jî dizane.

Michael di hevpeyvîna xwe ya bi SBS Kurdî de dibêje “Ez bawer nakim ku hikumetên desthilatdar wê rê bidin kurdan ku bi zimanê xwe bixwînin, di xwendingehên fermî de. Pêşnîyaza min wisa ye ku piştî ku zarok ji xwendingehên fermî yên hikumetên corbicor ku ew televîzyonê an jî radyoyê vekin û saetekê-du saetan dersên kurdî bixwînin. Lê herkes eynî dersan bixwîne. Divê ku em li pêş de kadroyeke mamosteyan perwerde bikin ku melumat û pêzanînên wan yek bin ku çi bi kurmancî çi bi soranî (zaravayên sereke) dest pê bikin. Herkes eynî kitêb û keresteyan bi kar bînin. Hemû zarok wisa mezin bibin ku hem bi kurmancî hem soranî, hem latînî hem erebî bixwînin. Di dawiyê de ez gelek hêvîdar im ku nifşên nû wê herdu zarevayan baş bizanibin.”

Hûn dikarin hemû hevpeyvîna Michael li ser SBS Kurdî guhdarî bikin. Herwiha hûn dikarin ferhenga zimannas Michael L. Chyet bi dest bixin, bi rêya vê lînkê.