Pêşnîyazên zimannas Michael L. Chyet li ser perwerdehîya bi du-alfabeyî (latînî-erebî)

chyet.png

Bo guhdarîkirina li Michael L. Chyet li vir bitikîne.

Michael L. Chyet zimannas û kurdologekî Amerîkî ye, pisporê jimareyek ji zimanên Rojhilata Navîn li  Pirtûkxaneya Netewî ya Amerîkî (Library of Congress). Ji sala 1995 ta sala 2000î bernameyeke heftane “Zimanê Me” di beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka de pêşkêş dikir. Wî xebata xwe ya doktorayê li ser Mem û Zînê (a folklorîk) kiriye.

Gelek nivîsên wî hene, yek ji wan nivîsandina ferhenga kurdî-îngilîzi ye (Kurdish-English/Kurmancî-Inglîzî) ku di heman demê de Michael Chyet bi nivîsandina ferhenga înglîzî-kurdî re mijûl e. Ew bi gelek zimanên ji Rojhilata Navîn dizane, wek Îbrî, Erebî, Farisî, Tirkî û herdu zaravayên Kurdî, Kurmanji û Soranî dizane, herweha hin zimanên Ewrûpî jî dizane.

Michael di hevpeyvîna xwe ya bi SBS Kurdî de dibêje “Ez bawer nakim ku hikumetên desthilatdar wê rê bidin kurdan ku bi zimanê xwe bixwînin, di xwendingehên fermî de. Pêşnîyaza min wisa ye ku piştî ku zarok ji xwendingehên fermî yên hikumetên corbicor ku ew televîzyonê an jî radyoyê vekin û saetekê-du saetan dersên kurdî bixwînin. Lê herkes eynî dersan bixwîne. Divê ku em li pêş de kadroyeke mamosteyan perwerde bikin ku melumat û pêzanînên wan yek bin ku çi bi kurmancî çi bi soranî (zaravayên sereke) dest pê bikin. Herkes eynî kitêb û keresteyan bi kar bînin. Hemû zarok wisa mezin bibin ku hem bi kurmancî hem soranî, hem latînî hem erebî bixwînin. Di dawiyê de ez gelek hêvîdar im ku nifşên nû wê herdu zarevayan baş bizanibin.”

Hûn dikarin hemû hevpeyvîna Michael li ser SBS Kurdî guhdarî bikin. Herwiha hûn dikarin ferhenga zimannas Michael L. Chyet bi dest bixin, bi rêya vê lînkê.

 

Yorum bırakın