Roja Mafê Zarokan a Cîhanê

nu.jpg

20ê Mijdarê li her derê wekî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bi çalakîyên cihêreng tê pîrozkirin. Ev roj di 20ê Mijdara sala 1980an de ji alîyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve weke Hevpeymana Roja Zarokan hatîye destnîşankirin ku peyman ji alîyê 197 welatan ve hatîye qebûlkirin.

Mafê zarokan wekî têgeheke navneteweyî hemû mafên zarokan pênase dike ku bi qanûnî an jî exlaqî hemû zarok jidayîkbûna xwe û pê xwe dibin xwedîyê wan; perwerdehî, tendiristî, jîyîn, starbûn, li hember îstîsmara fîzîkî, psîkolojîk û zayendî parastin. Li gorî maddeya yekem a Peymana Mafê Zarokan her takekes heta temenê hejde salî wekî zarok tê qebûlkirin.

Mixabin meriv nikare bi dilekî rihet roja mafê zarokan li wan pîroz bike. Ji ber ku li çarnikalê dinyayê mafên zarokan tên binpêkirin. Sermeselê, tenê li Sûrîyeyê di maweya van 7 salên şerê navxweyî de, ji 15 hezaran zêdetir zarokan jîyana xwe ji dest daye. Bi dehhezaran zarok wekî van zarokan seqet û sêwî mane. Wekî Sûrîyeyê li deverên din ên dinyayê ku şer lê diqewimin bi hezaran zarok ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dimînin. Bi taybetî piştî karesata li Şengalê rû da bi sedan zarokên kurd ên êzidî tûşî îstîsmarên psîkolojîk, fîzîkî û cinsî bûn. Hemû tehrîbatên ku li ser zarokên êzidî çêbûn jîyana wan serobino kir û ew ji hemû mafên zaroktîyê bêpar hiştin. Mixabin hê jî ji bo zarokên rizgarbûyî ên êzîdî navendên piştgirîyê û trawmayê nehatine sazkirin û saxlemî û silametîya zarokên êzîdî hê jî cihê şik û gumanê ye.

MAP_2016_600x424_EN.png

Li dinyayê rewşa mafê mirovan; kesk tê wateya rewşa baş, reş tê wateya rewşa xeternak. Çavkanî:https://www.humanium.org/en/

UNICEFê derbarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de peyameke bi vî rengî weşand: “Ev roja bo zarokan e, layê zarokan ve, li her derê dinyayê bo alîkirina xelasîya jîyana zarokan, bo têkoşîna mafên wan û bo alîkirina wan e da ku ew potensîyela xwe bi cih bînin.

Wekî gotina dawî em dixwazin derbarê mafê zarokan de pirtûkeke ku bi keda zarokan hatiye amade kirin li vir pêşnîyazên şopînerên xwe bikin. Pirtûka bi navê Kırılmayan Hayaller ya ku bi tirkî hatiye amadekirin bi sebaret bo mafê zarokan hatiye amadekirin. Hûn dikarin pirtûkê bi dest bixin, li vir.

hayal

Pirtûk bi keda zarokan hatiye amadekirin. Li ser înternetê peyda dibe.

 

 

Yorum bırakın